“Hikûmeta Iraqê bi awayekî berdewam 15 sal e têk diçe”

“Hikûmeta Iraqê bi awayekî berdewam 15 sal e têk diçe”

PeyamaKurd - Xelkê Bexdayê daxwaz dikin ku hikûmeta Iraqê xwestekên xwepêşandêran cîbicî bike û xizmetguzariyên serekî dabîn bikin, herwiha ji xwepêşandêran jî daxwaz dikin ku mafên xwe bi awayekî aştiyane bixwazin.

Li başûrê Iraqê gelek xwepêşandan hatin kirin û tevî alozî û tevlihevî, di xwepêşandanan de hinek kes bûn qurbanî.

Derbarê xwepêşandanan de nêrînên cuda yên niştecihên Bexdayê hene, beşek ji xelkê wisa difikirin ku destek li paş xwepêşandanan heye.

Welatiyê ji Bexdayê Nasir Zuheyrî dibêje: “Divê hejarî ji holê were rakirin, çimku hebûna hejariyê dibe sedema alozî û tevliheviyê, kesên ku piştgirî didin xwepêşandanan dixwazin navber têkeve nav rewşê, ev jî ji bo xweşkirina agirê şer e. Ez ji welatiyên Iraqê daxwaz dikim ku hişyar bin û xwepêşandanên aştiyane encam bidin, nehêlin di xwepêşandanan de xwîn birije.”

Di dilê hinek welatiyên Iraqê de tirs û xof heye ku xwepêşandan ji kontrolê derkevin û rewşa ewlehiya welat bi yekcarî têk biçe.

Ji beşeke dirûşm û daxuyaniyên xwepêşandanan derdikeve holê ku xwepêşandan ji ber bêzariya xelkê ya li hember gendelî û belawelakirina malê giştî ye.

Welatiyekî ji bajarê Bexdayê yê bi navê Mistefa Cewad dibêje: “Ev hemû xwepêşandanên rewa ne, xelk bêzar bûye, sebr û aramgiriya wan gihiştiye lûtkeyê, xelk ji bo ximetguzariyan xwepêşandan dikin.”

Parlementerê xula berê Rehîm Deracî xwepêşandanan weke mafê rewa yê xelkê dibîne û dibêje ku 15 sal in hikûmet bi awayekî berdewam têk diçe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin