PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser karesata mirovî ya şerê navxwe yê Sûdanê bûye sedema wê ragihand ku niha 20 milyon welatiyên Sûdanê li benda alîkariyê ne.
Mîsyona Alîkariya Veguhêz a Yekgirtî ya NY li ser rewşa Sûdanê raporek belav kir û tê de eşkere kir, nîvê nifûsa Sûdanê ku nêzî 20 mîlyon kes in, li benda alîkariya mirovî ne.
Di raporê de hate gotin: “Hejmara kesên ku ji ber pevçûnan ji cih û warê xwe koçber bûne gihîştiye 3.3 mîlyon kesan.”
Li Sûdanê şerê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) de, dewam dike û aloziyeke mezin li Sûdanê peyde bûye ku gihandina zehmetiyan jî pir zehmet bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin