PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî derketina ji karantîneya vîrusa koronayê îro 11ê Sibatê yekem car derket pêşberî rojnamevanan. Erdgan piştî nimêja Înê derbarê nerazîbûnên ser zêdebûna bihayê elektrîk û gazê de got ku wan hemû erzanî kirine û diyar kir: “Rewşeke ku wekî opozîsyon mezin dike, li holê nîne.”
Erdogan li ser bihabûna elektrîk û gaza siruştî ku ev demek e li gelek bajaran fatoreyên zêde têne protesto kirin diyar kir, divê ew wan hewldanên opozîsyonê yên spekulatîf yên derbarê elektrîk û gazê de vala derxin û got, opozîsyon mijarê mezin dike, lê deshilatiya wan ji bo welatiyan rehet bike her tişt pêk aniye û her cûre erzanî jî kiriye.
Derbarê krîza Rûsya – Ûkraynayê de jî Erdogan got ku ew mijarê ji nêzîk ve dişopînin û hin gavên wan avêtine jî hene.
Herwiha Erdogan bibîr xist ku ew geşedanên Libyayê jî dişopînin û li ser asayîkirina pêwendiyên bi Ermenistanê re jî diyar kir ku hin geşedanên erênî di mijara Azerbaycanê de hene ku ew pê kêfxweş in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin