Li Iraqê 15 jinên hemwelatiyên Tirk bi ûcba ku endamên İŞİD ê ne bi îdamê hatin cezakirin. Jineka dinê jî ku endama İŞİDê bû bi cezayê muebedê hat cezakirin.
Dewleta Iraqê piştî ku Mûsil jî di nav de ciyên di destê İŞİDê de, bi paş de sitend, li gelek deveran jin û zarokên İŞİDê xist destê xwe. Tê gotin ku li dora 560 jin û 600 zarok bi tohmeta ku aqrabayên kesên di nava İŞİDê de ne hatine binçavkirin û pêvajoya dadgehkirinê bo wan hatiye destpêkirin.
AFP di nûçeya xwe de, li gor texmînên pisporan dibêje ku texmînî li Iraqê, li dora 20 hezar kes bi tewana İŞİDê di zindana de ne û rêjeyên fermî behsa vê rastiyê nakin.
Tê gotin ku di vê mijarê de qanûna Iraqê ya “têkoşîna li dijî terorê” rê dide tewanbarkirina kesan, welew ne endamê İŞİDê be jî, bi guman, endamtî û alîkariyê dikarin cezayê îdamê bidin wan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin