PeyamaKurd - Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê du welatiyên Kurd ên bi navên Hêmen Menîce û Husên Yûsifî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatin girtin û ji bo cihên nayên zanîn hatin veguhastin.
Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, roja duşemê 17ê Tebaxa 2026an Hêmen Menîce ji aliyê hêzên Îdara Îtilaatê ve bêyî nîşandana tu biryareke dadwerî hataye girtin.
Her wiha roja şemiyê 15ê Tebaxê jî Husên Yûsifî di encama serdegirtina mala xwe ya li gundê "Mîrawa" yê ser bi Bokanê ve hataye desteserkerin.
Hate ragihandin ku piştî girtina van her du welatiyan, heta niha mafê hevdîtina bi parêzer û malbatên xwe re ji wan hatiye stendin û hemû hewldanên malbatên wan ên ji bo agahdarbûna ji rewşa wan bêencam mane.
Heta dema amadekirina vê nûçeyê, derbarê sedema girtinê, tohmetên ku li wan hatine kirin û cihê girtina Hêmen Menîce û Husên Yûsifî de tu agahiyên fermî û zelal nehatine dayîn.