Balafirên Tirk gundê Akrê bombebaran kir

Balafirên Tirk gundê Akrê bombebaran kir

PeyamaKurd – Balafirên şer ên Tirkiyê îro 19ê Tebaxê, du caran li ser hev gundê Kavilka li sînorê nahiyeya Dînartê ya ser bi qezaya Akrê ya parêzgeha Duhokê bombebaran kir.

Li gorî zanyariyên ji rêveberê nahiyeya Dînartê, welatiyên sivîl ji bo berhevkirina berhemên çandiniyê çûne wî gundî û hîn derbarê zirarên êrîşê de agahiyên zelal nînin.

Herwiha ji ber dûrbûna deverê ji navenda bajêr û nebûna xetên telefonê agahiyên piştrastkirî derbarê ziyanên bombebaranê de nehatine.

Li gor agahiyan, bombebaran du caran û di navbera demjimêrên 11:00 -12:00ê nîvro de hatiye kirin.

Herwiha Qaymeqamê bajaroka Akrê, Mazin Mihemed Seîd jî ragihandiye ku balafirên Tirkiyê çeperên PKKê yên li devera Dînartê ya Akrê bombardiman kirine ku ew gundên rastî êrîşê hatine, berî niha ji tirsa bombebaranê hatibûn valakirin.

Qaymeqamê Akrê daye xuyakirin ku ziyan negihîştiye ti kesî lê agir bi deverê ketiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna PKKê ji meha Hezîrana borî ve, operasyonên li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêk tîne û heta niha gelek kesên sivîl jî di encama wan bombebaranan de hatine kuştin.

Herwiha artêşa Tirkiyê di nav sînorên herêma Kurdistanê de, bi kûrahiya zêdetirî 15 kîlometran çûye û bi hinceta PKKê baregehên xwe mayînde dike li herêmê.

Rêveberiya Herêma Kurdistanê û welatî bang li herdu aliyan dikin şerê xwe dûrî qadên sivîl bikin û PKK jî bes bibe sedem ku Tirkiye êrîşan bîne ser Başûrê Kurdistanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin