PeyamaKurd – Li welatên Swêd û Danîmarkayê careke din, bêrêzî li pirtûka pîroz a Îslamê Qûranê hate kirin.
Li bajarê Kopengah a Danîmarkayê endamên koma netepewerestên tundrew Danske Patrioter (Welatparêzên Danîmarkî) li be pêş Balyozxaneya Erebistana Siûdî Qûran şewitand û di medya civakî de jî zindî belav kir.
Heman komê beriya niha jî Qûran şewitandibû û dijatiya îslamê kiribû. Wê komê bal kişandiye ser civîna rawestandina şewitandina Qûranê ya Rêxistina Hevkariya Îslamê ya ji 57 welatan pêk tê û gotiye, ew dê di şewitandina Qûranê de berdewam bin.
Herwiha hevdem îro 31ê Tîrmehê welatiyê bi eslê xwe iraqî Salwan Momika ku beriya niha li Swêdê Qûran şewitandibû careke din ew çalakîya dijatiya îslamê pêk anî.
Momîka vê carê jî li ber Parlamentoya Swêdê Qûran şewitandin û daxwaz kir ola îslamê jî were qedexekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin