PeyamaKurd - Erebistana Siûdî li dijî êrîşên Hûsiyan ên li Deryaya Sor ji bo misogerkirina ewlehiya deryayî plana avakirina koalîsyoneke navneteweyî ya ji nêzîkî 50 welatî eşkere kir.
Li gorî nûçeyên medyaya Amerîkayê, welatên mîna Misir, Sûdan, Cîbûtî û Somalî ev pêşniyar qebûl kirine.
Herwiha ji bo 46 welatên din ku di nav wan de Tirkiye, DYA, Qeter, Bahrên, Kuweyt, Pakistan û Bengladeş hene, vexwendiname hatin şandin.
Hat ragihandin ku ji ber zêdebûna aloziya li derdora herêmê û zextên li ser riyên bazarganiyê, Fransa, Almanya û welatên ewropî başdariya vê koalîsyonê dinirxînin ku hûrgiliyên vê pêngavê ji bo raya giştî jî hatin eşkerekirin.