PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Çînê bi Wekalet Zhang Jianxin ragihand ku projeya çêkirin û bestina otombîlan a di navbera kargeha Jetour a Çînî û Grûpa Harlemê de mezintirîn projeya pîşesaziya otombîlan e li Herêma Kurdistanê.
Jianxin di merasîma danîna kevirê bingehîn ê kargehê ya li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê de spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ji bo piştgirîkirina kompaniyên Çînî û destnîşan kir ku ev gava nû dê pêwendiyên aborî yên di navbera Hewlêr û Pekînê de bihêztir bike.
Dîplomatkarê Çînî diyar kir ku marka Jetour li herêmê rastî eleqeyeke mezin hatiye û ev kargeha nû dê bibe rêber ji bo hatina brandên din ên navdewletî ji bo Herêma Kurdistanê.
Her wiha hate tekezkirin ku proje dê şiyanên teknîkî bixe meriyetê, bi dehan derfetên nû yên kar ji bo ciwanan biafirîne û tevkariyê li pirrengkirina aborî û geşepêdana herêmê bike.