COVID-19 | Rewsa dawî ya Herêma Kurdistanê hat ragihandin

COVID-19 | Rewsa dawî ya Herêma Kurdistanê hat ragihandin

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê di nav 24 saetên dawî de, ji ber vîrusa koronaya nû Covid-19 20 kesên din mirin û 666 kesên pêketiyên nû hatin tomarkirin.

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, ji 666 kesên di 24 saetên borî de bi vîrûsa Koronayê ketine, 219 kes li Hewlêrê, 108 kes li Silêmaniyê, 27 kes li Germiyanê û 271 kes li Duhokê, 41 kes li Helebceyê ne.

Herwiha 20 kesên can dane jî 3 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Raperîn û 9 kes li Duhokê ne.

Tevî van amarên dawî hejmara pêketiyên koronayê li seranserê Herêma Kurdistanê gihîşt 43 hezar û 989 kesan, hejmara mirina bû 1592 kes û heta niha 28 hezar û 153 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin