Êrîsker parêzger û 5 kesên din kustin

Êrîsker parêzger û 5 kesên din kustin

PeyamaKurd – Li Fîlîpînê parêzgerê eyaleta Negros Orientalê Roel Degamo û 5 kesên ku pê re bûn, di encama êrîşa çekdarî de hatin kuştin. Parêzger piştî jimartina dengan ya cara duyem bûbû parêzger. Parêzger Roel Degamo (56) di baxçê mala xwe de di wexta bi xelkê re hevdîtinan dikir, kesên heya niha nasnama wan nediyare, bi çekan êrîşê ser kirin û bi parêzger re 5 kesên din jî kuştin.

Li gor dîmenên di kamerayan de, kesên ku bi cilên ûnîformayane û çekdarin, dikevin nav baxçe û bi sîlihan li wan dixin. Berdevkê polîsên eyaletê Kym Lopez li ser bûyerê ragihand ku di derbarê 10 kesên nasnama wan nediyar de, biryara girtina wan dane û 2 erebeyên êrîşkaran nêzî ciyê bûyerê hatine dîtin.

Serokê dewleta Fîlîpînê Ferdinand Marcos jî di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:

“Ev hatiye plankirin û wê di wextekî herî kurt de bên girtin û wan teslîmê edaletê bikin. Heya wan teslîmê edaletê nekin, wê dilê hukuımetê rihet nebe. Teslîmbûna wan rêya herî baş e.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin