PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navçeya Ti Temir a bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di êrîşeke asmanî de 4 şervanên Meclîsa Leşkerî ya bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve can dane.
Meclîsa Leşkerî ya Til Temîrê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku doh 19ê Tebaxê roja Pêncşemê li demjimêr 18:00 bi êrîşeke asmanî binkeya wan a leşkerî hatiye armanc kirin û di encama wê êrîşê de 4 şervanên wan can dane û hejmarek jî birîndar bûne.
Herwiha hatiye eşkere kirin ku avahiyên sivîl ên derdorê di êrîşê de ziyan dîtine.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku êrîşên artêşa Tirk û komên çekdar ên bi ser herêmên wan de, ev demek e berdewam dikin û ew jî bersiva wan êrîşan didin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin