Macaristanê kampa xwe ya perwerde û rahênanê radestî hêzên Pêsmerge kir

Macaristanê kampa xwe ya perwerde û rahênanê radestî hêzên Pêsmerge kir

PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku welatê Macaristanê kampeke perwerde û rahênana leşkerî radestî Wezareta Pêşmerge kir.

Wezareta Pêşmerge da xuyakirin, îro 11ê Nîsana 2022yan, bi amadebûna Cîgirê Konsulê Giştî yê Macaristanê Miklos Sabo, Cîgirê Rêveberê Rêveberiya Rahênana Serbazî Emîd Haris Hebîb û Berpirsê Tîma Rahênana Serbazî ya Macaristanê, kampeke perwerde û rahênanê radestî Rêveberiya Rahênana Serbazî ya Wezareta Pêşmerge hat kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat diyarkirin, ew kamp li nav binkeya rahênanê ya Piyade ya Duhokê ye, beriya niha ji aliyê şêwirmendên serbazî yên hêzên Macaristanê ve dihat birêvebirin û tê de hêzên Pêşmerge jî rahênan dikirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin