Êrîsa balafirên bê mirov li Moskowê

Êrîsa balafirên bê mirov li Moskowê

PeyamaKurd – Rûsyayê Ukrayna bi êrîşa bi dronê ya li ser du avahî li paytext Moskowayê sûcdar kir.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat gotin ku êrîşa bi balafirên keşfê hat şikandin û hat ragihandin ku zirarên canî çênebûne.

Ajansa nûçeyan a dewletê Tass ragihand, dronek li nêzî Wezareta Parastinê ketiye xwarê.

Derbarê êrîşê de heta niha ji Kîevê ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di Telegramê de ragihand: "Rejîma Kîevê bi du balafirên bê firokevan hewl da êrîşeke terorîstî li ser Moskowê pêk bîne." Wezaretê îdia kir ku êrîş "asteng" bûye.

Waliyê Moskowê Sergey Sobyanin got, êrîşan li avahiyên neniştecih bûne.

Li gorî nûçeya Tass, li kolana Komsomolskî mayîneke drone hat dîtin. Di wêneyên hatin parvekirin de tê dîtin ku li vê herêmê trafîkê girtî ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin