PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Hasan Nasrallah, di derbarê peymana sînorên deryayê de ya nîqaş li ser berdewam in daxuyanî da û got: “Ger mafê Lubnanê neyê dayîn, wê tansiyon bilind bibe.”
Hasan Nasrallah di televîzyona El-Manar a nêzî Hizbullah de, bi daxuyaniyekê Îsraîl tehtîd kir. Nasrallah di daxuyaniya xwe de qala danûstandinên nerasterast ên ku piştî rawestandina salekê bi navbeynkariya Amerîkayê di 14ê Hezîranê de dîsa hatin kirin, kir û got: “Ger Lubnan tişta dixwaze bi dest nexe, em ê tansiyonê bilind bikin.”
Serokê Hizbullahê di axaftina xwe de diyar kir ku pêwendiya Lubnanê bi danûstandinên nukleerê yên di navbera Îran û Amerîkayê de tune ye û got: “Peymana nukleerê be yan jî nebe, ger navbeynkarê Amerîkî (Amos Hochstein) daxwaza Lubnanê bi cih bîne, em ê jî aram bibin.
Herwiha Nasrallah di axaftina xwe de destnîşan kir: “Niha bala her kesî li ser navbeynkarê Amerîkî, yê ku dema xwe pûç derbas kir e û dem hindik ma.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin