PeyamaKurd – Di hilbijartinên herêmî yên Tirkiye û bakurê Kurdistanê de, li gor encamên heta niha CHP bi rêjeya ji sedî 39 dibe partiya yekem.
Li gor encamên heta niha, li Bakurê Kurdistanê, ji bilî çend bajarên wek Urfa û Şernexê DEM Partî piraniya şaredariyan bi dest dixe.
Li bajarên wek Amed, Batman, Mêrdîn, Colemêrg, Wan, Bedlîs, Mûş, Sêrt û Agiriyê DEM Partî li pêş e.
Li gor encamên Ajansa Anadoluyê (AA), ji sedî 22yê sandoqan hatine vekirin û li gelemperiya Tirkiye û bakurê Kurdistanê CHP ji sedî 30,24 yekem partî, Ak Partî ji sedî 38,1ê duyem partî ye. Beşdariya gel a hilbijartinan jî ji sedî 76,08 hate tomarkirin.
Namzedê CHPê yê Stenbolê Ekrem İmamoğlu, bi rêjeya ji sedî 50 pêşbirkê dimeşîne.
Piştî Stenbolê, li du mezintirîn parêzgehên Tirkiyeyê Enqerê û Îzmîrê Mansur Yavaş û Cemil Tugay pêşbirkê bi yekemînî dimeşînin.
Serokê Desteya Bala ya Hilbijartinan (YSK) Oktay Yener ragihand ku ji bilî hin bûyerên piçûk, dengdana hilbijartin bêkêşe temam bûye.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, bi ser hesabên xwe yên medyaya civakî, ji bo beşdariya hilbijartinan sapasiya gel kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin