PeyamaKurd- Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, di hevpeyvîneke xwe de bal kişand ser şerê navbera Rusya û Ukraynayê û îdia kir ku ew dikare vî şerê di nav rojekê de bi dawî bike.
Donald Trump ku niha ji bo hilbijartinên 2024an ên Serokatiya Amerîkayê ji Partiya Komarparêz namzed e, îdia kir ku têra xwe bandora wî heye ku vê xwînrijiya navbera Rusya û Ukraynayê bi dawî bike.
Trump, di hevdîtina xwe ya ligel Fox Newsê de got,
"Ez Zelenskiy baş nas dikim, Putin jî baş nas dikim. Heta baştir nas dikim. Min ji Zelenskiy re digot, bi vî awayî nabe. Divê tu êdî peymanekê çêbikî. Min ji Putin re jî digot, heger tu peymanek çênekî, em ê gelek tiştan bidin aliyê Ukraynayê. Ez ê di nav rojekê de peymanê çêbikim û eşkere bikim. Tenê di nav rojekê de ez ê çêbikim.”
Donald Trump îdiaya xwe dubare kir ku heger di hilbijartinên Mijdara 2020î de ew bi ser biketa, dê nakokiya Rusya û Ukraynayê derneketa holê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin