PeyamaKurd - Fermandarê payebilind ê Ukraynayê Oleksandr Sirsky ragihand, hêzên Kievê hezar kîlometre ji herêma Kurskê ya li ser sînorê Rûsyayê kontrol kiriye.
Serokê Ukraynayê Zelenskiy di axaftina xwe ya şeva Duşemê de ji Ukrayniyan re got ku ev operasyon mijareke girêdayî ewlekariya Ukraynayê ye û herêma Kurskê ji aliyê Rûsyayê ve ji bo pêkanîna gelek êrîşan li dijî Ukraynayê tê bikaranîn.
Zelenskiyê da zanîn ku herêma Sumy ya li bakurê rojhilatê Ukraynayê, ku li hember herêma Kursk e, ji 1ê Hezîranê û vir ve bi qasî 2 hezar û 100 caran ji aliyê Rûsyayê ve hatiye xistin.
Wezîrê Parastinê Andrey Belousov diyar kir ku Kîev di danûstandinan de ji bo bidawîkirina şer û rawestandina êrîşên Moskowê li rojhilatê Ukraynayê hewl dide pozîsyoneke danûstandinê ya baştir bi dest bixe.
Li aliyê din, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî soz da ku “bersiva guncav” li hember êrîşê bidin û ferman da leşkeran ku hêzên Ukraynayê ji nav xwe derxin.
121 hezar kes ji herema Kurskê reviyan
Waliyê Herêma Kurskê yê Rûsyayê Aleksey Smirnov jî ragihand ku ji destpêka şer û vir ve 121 hezar kes ji herêmê koç kirine, herî kêm 12 sivîl mirine û 121 kes jî birîndar bûne.
Rayedarên Kurskê roja doh ragihandin ku wan qada tehliyekirinê fireh kirine ku herêma Belovski ya ku 14 hezar kes lê dijîn jî bigire nav xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin