Fatîh Altayli heqaret li Sêx Seîd kir

Fatîh Altayli heqaret li Sêx Seîd kir

PeyamaKurd – Piştî ragihandina rêya nû ya ku wê li Diyarbekirê bê çêkirin û navê Şêx Seîd lê bê kirin, Fatîh Altayli di kanala xwe de heqaret li Şêx Seîd kir. Baroya Diyarbekirê jî ragihand, ji ber gotinên Fatîh Altayli yên heqaretê ew ê serlêdana sûc bikin.

Piştî qeyûmê şaredariya Bajarê Mezin a Diyaberkirê ragihand ku wê navê rêya nû ya ku wê bê çêkirin bike Kolana Şêx Seîd, rojnamevan Fatîh Altayli di bernameya xwe de gotinên heqaret li Şêx Seîd kir.

Altaylî got, “Qaşo Hikûmeta me ya xwecihî û neteweyî heye. Tu navê kesekî bêrûmet, bêşeref li kolanekê dikî, ku li dijî Tirkiyê bi Îngilîzan re hevkarî kir û dema ku Tirkiye hîn di qonaxa damezrandinê de bû serî hilda û hewl da vî welatî hilweşîne û parçe bike. Bi navê Serhildana Şêx Seîd, serhildanek heye. Îcar hûn ê sibê navê kolanekê bikin Kolana Ocalan?

Serokê Baroya Diyarbekirê: Em ê serlêdana sûc bikin

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir, ew ê li hemberî heqareta Altayli bêdeng nemînin.

Eren da zanîn, “Em ê li hemberî êrîşa qirêj a li hemberî Şêx Seîd bêdeng nemînin. Ev zîhniyeta ku xwe tekane xwediyê welat dibîne, ji rewşa ku em tê de ne berpirsyar e. Baroya Diyarbekirê wê giliyên pêwîst ên sûc bike. Êrîşkirina nirxên Kurdan ne ewqas hêsan e.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin