PeyamaKurd – Li Misrê dengdana hilbijartinên serokomariyê îro 10ê Kanûnê li demjimêr 09:00 dest pê kir û dê proseya dengdanê heta demjimêr 21:00 berdewam bike.
Dê li 27 parêzgehan û nêzî 10.000 navendên hilbijartinê li dor 65 milyon welatî ji bo serokomarê nû yê 6 salan welat birêve bibe, hilbijêrin deng bidin.
Hate ragihandin ku wê proseya dengdanê li derveyî welat jî heta 12ê Kanûnê dewam bike. Wê endamên hilbijartinê 18ê Kanûnê di Rojnameya Fermî ya Misrê de bên eşkere kirin. Heger di gera yekem de ti namzedek bi ser nekeve, wê hilbijartinên gera duyem di navbera 8-10ê Çileya 2024an de bên kirin.
Di hilbijartina serokomariyê de, serokomarê niha Ebdulfettah es-Sisi, Serokê Partiya Sosyal Demokrat Ferid Zehran, Serokê Partiya Vefd Ebdussened Yemame û Serokê Partiya Komarî Hazim Omer hevrikiyê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin