PeyamaKurd - Nivîsîngeha Ragehandinê ya Hikûmeta Kertê Xezzeyê ragehand ku heta niha Israîlê 32 hezar tonan teqemenî li Xezzeyê bi kar anîye û bi zêdetirî 13 hezar bombeyên qebare yên 87 ton jî li her kîlometreke çargoşeyî ya Xezzeyê barandiye.
Di heman daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku zêdetirê 40 hezar kes ku dike ji %50 xweciyên Xezzeyê akincîbûne, hatine wêrankirin.
Ew diyarde jî aşkere dike ku zirarên şerî yên Xezze-Hemasê bi milyaran dolaran tên texmînkirin, ku ji ber êrîşên Israîlê zirar gehiştiye jêrxane û avahiyên wî bajarî.
Li gor zanyarên medyayên Filistînî, heta niha xwecihên Xezzeyê ji ber tirsa rûbirûbûna xwînavî ya Bizava Hemasê û Israîlê ber bi başûr ve direvin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin