PeyamaKurd- Sererkanê Amerîkayê Matthew W. McFarlane diyar kir ku bermahiyên rêxistina terora IŞÎDê, hîn jî ji bo herêmên ku di bin parastina hevpeymaniya bi pêşengiya Amerîkayê de ne lê belê bandora wan kêm bûye.
McFarlane diyar kir ku IŞÎD êdî tu deveran kontrol nake, serkirde û şervanên xwe wenda kiriye û li gorî berê kêmtir êrîşan dike.
McFarlane da zanîn ku îsal, li gorî par ji % 65 kêmbûneke xebatên rêxistinê heye û agahiyên xwe bi vî awayî dan:
"IŞÎD, wendabûna xwe berdewam dike. Lê belê, hîn jî şervanên radîkal hene ku dixwazin xîlafetê ji nû ve ava bikin. Em bi karbidestên Iraqî re ji nêz ve kar dikin."
Analîst Nicholas Heras, ji Enstîtuya New Linesê ya Washingtonê re axivî û got ku IŞÎD li navenda Rojhilata Navîn di "xewa dirêj" de bû lê li Asyaya Navîn û Afrîkayê ji nû ve zindî bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin