PeyamaKurd - Aktrîsta xwedî xelata Oscarê û qasida Niyeta Baş a Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NBKBPNY) Angelîna Jolîe bajarê Mûsila ku di şer û pevçûn û êrîşên DAIŞa rêxistina terorê de zirar dîtibû ziyaret kir.
Lîstikvana navdar a ji Amerîkayê Jolîe li herêma Mûsila Kevn di nav xirbeyên li rojhilatê bajêr de geriya.
Jolîeyê bi şêniyên li wan deran dijîn ra sohbet kir û der barê mijara jinûva avakirina bajêr da guh da xeberdanan.
Ji hêla din ve di daxuyaniya nivîskî ya ku NBKBPNYê weşand da wiha got: "Di nav van salên ku ez bi NBKBPNYê ra xebitîm da ez li vê derê (Mûsila Kevn) rastî hilweşîna herî mezin hatim."
Jolîeyê destnîşan kir ku mirovên li vê deverê her tiştên di destê wan da hebûn winda kirin û feqîr û perîşan in û di warê bidestxistina av û derman da jî gelek zehmetiyan dikişînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin