Brîtanyayê ceza li ser du wezîrên Sûriyê sepand

Brîtanyayê ceza li ser du wezîrên Sûriyê sepand

PeyamaKurd – Hikûmeta Brîtanyayê cezayên nû li 17 kesên ji Belarûsê, 8 endamên hikumeta Şamê û 5 kesên ji Îranê re birî.

Li gorî biryarê, pereyên wezîrê ragihandinê yê rejîma Sûriyê Butrus El Helaq û wezîrê bazirganiya naxwe û parastina mezêxeran Muhsin Ebdulkerîm Elî hatin cemidandin.

Herwiha di meha Hezîranê de jî Brîtanyayê ceza li ser wezîrê berevaniya Sûriyê Elî Mehmûd Ebas bi tawana ′tundiya li dijî welatiyan′ sepandibû û ceza li ser serfermandar Ebdulkerîm Mehmûd Îbrahîm jî hatibû sepandin.

Hate diyarkirin ku li gorî cezayên nû, rêwîtiya wan kesan qedexe ye û pereyên wan hatine cemidandin û qedexe ye welatiyek an jî şîrketeke brîtanî danûstandinê bi wan re bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin