PeyamaKurd – Venezuela "bi tundî" bertek nîşanî Îngilistanê da, ku keştiyek leşkerî şand da ku piştgiriyê bide welatê cîran Guyana, ku bi wî re li ser herêma Esequibo nakokî heye.
Serokomarê Venezuelayê Nicolas Maduro di axaftina xwe ya li Merasima Pîrozbahiyê ya Sersala 2023an a ku ji bo rayedarên Hêzên Çekdar ên Neteweyî yên Bolîvarê (FANB) hat lidarxistin de, biryara Îngilistanê ya şandina keştiyên eskerî ji bo herêmê şermezar kir.
Maduroyê ku bi unîformayên leşkerî beşdarî merasîmê bû, li ser însiyatîfa Îngilîstan û Guyanayê ferman da artêşê ku "Tevgera Çalakiya Leşkerî ya Hevbeş a General Domingo Antonio Sifontes 2023" li dar bixe.
Maduro diyar kir ku qebûlkirina Keştiya Hêza Deryayî ya Qraliyetê ya bi navê "HMS Trent" ji aliyê Guyanayê ve li dijî ruhê peymana ku di 14ê Kanûnê de di navbera her du welatan de hatiye kirin e û diyar kir ku ew ê li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin.
Maduro Îngilîstan bi "provakasyona" ya li herêmê sûcdar kir û got, "Ji dema ku em armanca Londonê hîn bûn, me hemû mekanîzmayên siyasî û dîplomatîk ji bo sekinandina keştiya HMS Trent aktîf kir, lê keştiya mijara gotinê ji aliyê Guyanayê ve hat qebûlkirin. Em provakasyonan qebûl nakin. Venezuela yekparebûna axa xwe diparêze. Mafê wî heye ku xwe biparêze."
Maduro destnîşan kir ku wî telîmat da artêşê ku li Okyanûsa Atlantîk bikeve "dewleta parastinê" û wiha got, "Em bi qasî bersivê didin tehdîdan, me îro daxuyanî da û me hemû kiryarên xwe parastin."
Ji aliyê din ve di daxuyaniya hikûmeta Venezûelayê de biryara Brîtanya ya şandina keştiyeke leşkerî ji bo Guyanayê hat şermezarkirin û hat gotin, "Hatina keştiya şer a Îngilîstanê bo Guyanayê provokasyoneke dijminane ye û rasterast gefa aştiyê ye."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin