PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, di Lûtkeya Rûsya-Afrîka ya li St. Petersburgê hate lidarxistin axivî û bal kişand ser girîngiya welatên Afrîkayê ku niha Rûsya ji ber şerê Ukraynayê rûbirûyî dorpêçên aborî yên welatên Rojavayî ye.
Pûtîn got ku ew ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel welatên Afrîkayê bi biryar in û li ser mijara betalbûna Peymana Zadê Ukraynayê jî ragihand, ew sewqiyata genim a bo Afrîkayê dewam dikin.
Herwiha Pûtîn diyar kir ku Rûsyayê heta niha bi qasî 23 milyar dolar deynê welatên Afrîkayê jê biriye û ew dê 90 milyon dolarên din jî bo wan dabîn bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin