PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Blinken wê roja Şemiyê 6ê Çile were Tirkiyê.
Hakan Fîdan bi endamên çapemeniyê re hat cem hev û pirsên derbarê rojevê de bersivandin.
Fîdan pirsa ku pêvajoya li Xezzeyê çawa dinirxînin wiha bersivand: "Tişta ku civaka navneteweyî ji bo pêşîgirtina li vê pêvajoyê ti hewldan nekir, ji bo sîstemê qutbûneke cidî bû."
Fîdan diyar kir ku divê bandorên vê yekê bên nîqaşkirin û wiha got: "Divê her welat ji vê yekê dersên giran werbigire. Wê hebin yên ku difikirin ku hevalbendî ne ewqas bikêr in û heke rojekê heman tişt were serê wan wê kes tiştekî neke."
Herwiha bal kişand ser wê yekê ku ew di wê baweriyê de ne, her ku hevsengiya hêzê li herêmê dest bi guhertinê bike, wê helwestên siyasî jî biguherin. Wî diyar kir ku ev yek ji bo welatên wê herêmê ku wek dostên herî nêzîk ên Amerîka û Îsraîlê tên dîtin jî derbas dibe.
Herwiha da zanîn ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Blinken wê roja Şemiyê biçe Tirkiyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin