Li Batmanê hejmarek welatî ji aliyê zêrîngerekî ve hatin xapandin

Li Batmanê hejmarek welatî ji aliyê zêrîngerekî ve hatin xapandin

PeyamaKurd – Li parêzgeha Batmanê ya Bakurê Kurdistanê hejmarek welatî ji aliyê zêrîngerekî ve hatin xapandin û niha ew zêrînger wenda ye.

Li gor zanyariyan, navê wî zêrîngerî V.U. ye û 30 sal e li Batmanê dikaneke wî ya zêrîngeriyê hebû, lê roja Duşemê 7ê Mijdara 2022ê ligel wan zêr û pereyên welatiyan bi armanca veberhênanê dabûnê, wenda dibe.

Hat zanîn, piştî bihîstina nûçeyê, ew welatiyên bi bihayê milyonan zêr û pereyên wan li ba wê esnafî bûn, çûn ber dikana wî ya li nav bazarê. Li ser agahdariyê tîmên polîs jî bo cihê bûyerê hatin şandin.

Herwiha Kenan Tekîn yek ji wan welatiyan e ku bi salan e pere yan zêrên xwe radestî wî zêrîngerî kirine ji medya xwecihî re gotiye: “Ji heft saliya xwe ve wî zêrîngerî nas dikim, min bav û bapîrîn wî jî nas dikirin. Niha temenê min 42 sal e. Tenê malbata me 500 – 600 hezar lîre dane wî zêrîngerî ku dike nêzîka 27 hezar dolar. Ez tenê ne qurbanî me, bi nerîna min dibe zêdeyî 800 milyon lîre biribin ku dike 4 milyon û 312 hezar û 220 dolarên Amerîkî.”

Heta niha tu zanyariyek di derbarê wî zêrîngerî de tune ne, ka ew zêrînger çûye ku derê yan reviya ye tu cihekî û di derbarê bûyerê de lêkolînê destpê kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin