PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelensky, li ser êrîşên dawî yên Rûsyayê yên bi ser Bendera Odessayê de ku 60 ton zad hatine jinavbirin, daxuyanî da.
Zelensky li ser medya civakî derbarê civîna xwe ya piştî êrîşên şeva borî yên Rûsyayê de, ragihand ku li gorî agahiyên wî ji rayedaran wergirtine, “Terorîstên rûsî bi qestî binesaziya bazirganiya dexlê hedef girtin û her fuzeyeke rûsî ne tenê ji bo Ukraynayê ji bo her kesekî li dinyayê ewlekariyê dixwaze darbeyek e.”
Wezareta Çandinî û Xidayê ya Ukraynayê li ser êrîşên şeva borî ragihandiye ku Rûsyayê binesaziya benderên ku ji bo peymana korîdora dexlê kar dikirin bombe kirine û 60 hezar ton zadê ku li benda sewqîyatê bû hatine jinavbirin.
Li aliyê din Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî li ser êrîşê îdia dike ku wan kargeha artêşa Ukraynayê bi fuzeyên hesasiyeta zêde bombe kiriye û ziyaneke mezin gihandine artêşa Ukraynayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin