HDP bi tundî bersiva Aksener da: Hesabê 17 hezar kustinên kujerên wan nediyar bide

HDP bi tundî bersiva Aksener da: Hesabê 17 hezar kustinên kujerên wan nediyar bide

PeyamaKurd – Berdevka grûba HDP ê Ebru Günay li ser seredana heyeta AKP ê ya ji bo HDP ê ku seroka İYİ Partiyê Meral Akşener seredanê rexne kiribû û di xwest bi wê rexnê dengên xwe zêde bike, HDP ê cara ewilî bersivekî tund da. Berdevka HDP ê Ebru Günay bi bersivê de weha got:

“Tu dev ji HDP ê berde û bêje tu bi Sedat Bucak re çi axifî. Hesabê 17 hezar kuştinên kujerên wan nediyar bide û heddê xwe bizanibe.”

Seroka İYİ partiyê meral Akşener ji bo seredana AKP ê ji bo HDP ê gotibû:

“Li qederê binêrin bi kê re hatine cem hev!”

Berdevka grûba HDP ê Ebru Günay li navenda HDP ê civîna çapemeniyê lidarxist û kuştinên salên 1990an bibîr xist û bersiva Akşener weha got:

“Herkes kuştinên salên 1990an dizane. Em ji Akşener dipirsin: Em partiya sêyem ya Tirkiyê ne.Heyeta AKP ê seredana me kir û 5 deqeyên din seredana we kir ku hun partiya 5 em in. Heya tu ziman dirêjî HDP ê dikî, ka bêje te bi Sedat Bucak re çi axifî? Hesabê 17 hezar cînayetan bide û heddê xwe zanibe. Kesên ji bûyerên tarî xida xwe bistîne, tenê dikare tariyê bîne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin