PeyamaKurd – Parêzgariya Bûrsayê ragihand, di çarçoveya êrîşên nîjadperest ên li dijî futbolîstên Amedsporê de, 7 kes hatin binçavkirin û derbarê 3 peywirdarên cemaweriyê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Do di maça Bursaspor-Amedsporê ya Lîga 2yemîn a TFFyê de êrîşî ser lîstikvanên futbolê û tîma teknîkî ya tîma Amedsporê ya mêvan kirin û afîşên "Torosê Spî" û "Yeşîl" ku sembolên cînayetên kiryar nediyar ên salên 1990î ne li standên Bursasporê hatin vekirin.
Serpereştyarê Ewlehiya Taybet a Bursasporê, personelên klûbê û cerdevanan êrîşî lîstikvanên di korîdorên salona cilûberga de kirin.
Serokê Giştî yê Amedsporê Selahattîn Yildirim li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û got: "Ez şêr, antrenorên me û rêvebirên me yên ku li qadan li gel hemû barbarî, êrîş û bêçalaktiya ku ji do ve tê jiyîn, bê tirs li qadan şer kirin, herwiha tevî ku serokê TFFê telefona xwe girt û hakem li benda mirina kesekî ma ji bo maç bê betalkirin, pîroz dikim."
Parêzgariya Bûrsayê ku derbarê êrîşa nîjadperest de daxuyanî da, ev agahî dan:
“Derbarê xebatên tesbîtkirin û desteserkirinê de û derbarê êrîşa ku li salonê hat kirin de bi kordînasyona Serdozgeriya Komarê, derbarê kesên ku di vekirina pankartê de cih girtin de tedbîrên hiqûqî hatin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de heta niha 7 kes hatin binçavkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin