Di navbera PYDê û Fransayê de, pirsgirêka ISÎDê!

Di navbera PYDê û Fransayê de, pirsgirêka ISÎDê!

PeyamaKurd- Endamên IŞÎDê yên ku li Rojava hatine girtin û pasaporta Fransayê bi wan re hene, di navbera PYDê û Fransayê de, bûne pirsgirêk.

Li Rojavayê Kurdistanê IŞÎDê piraniya axa xwe winda kir û gelek endamên IŞÎDê jî ketine destê PYDê de. Ji van êsîrên IŞÎDê gelek jê jî hemwelatiyên Fransayê ne. Endamên IŞÎDê yên ku pasaporta Fransayê bi wan re heye, nêzîkî 700 kesî ne.

Êdî darizandin û rewşa van hêsîran di navbera PYDê û Fransayê de dibe pirsgirêk.

Erkdarê PYDê Adbulbaset Oso ji radyoya Fransiz Europe 1ê re axivî û got ku îmkanên me kêm in û êdî em nikarin wan li cem xwe bigirin.  

Fransa jî dibêje, ew li kû derê hatibin girtin, bila li wê derê werin darizandin û cezakirin.

Di derbarê mijarê de erkdarê PYDê Adbulbaset Oso got ku em nikarin heta hetayê wan li vir bigirin. Belkî hinek ji wan salekê ceza bistînin. Êdî piştî salekê em ê wan berdine kû derê. Divê her kes li welatiyên xwe xwedî derkeve. Ji bo mînak, Rûsyayê hemî êsîrên welatiyên xwe, girtine cem xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin