PeyamaKurd – Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî, ji bo Encûmena Giştî îro di çarçoveya proje-biryarekê li ser êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê, civîneke awarte saz bike, deng da.
Li gor zanyariyan, dengdan hat kirin ji bo rewatî bê dayîn li ser sazkirina civîneke awarte ji aliyê Encûmena Giştî ve, di wê dengdanê de ji 15 endamên daîmî yên Encûmena Asayîşê, 11an ji wan li gel bûn, Rûsya li dijî bû, Çîn, Hindistan û Îmarata Erebî deng nedan.
Herwiha ev proje-biryar desthilatê dide Encûmena Giştî ku daxwaza civînên awarte bike, eger Encûmena Asayîşê nikaribe tiştekî bike ji ber nerazîbûna di navbera her 5 welatên endamên daîmî de ku ji Amerîka, Brîtanya, Çîn, Rûsya û Fransayê pêk tên.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin