PeyamaKurd - Encûmena Asayîşê li ser dirêjkirina dema dorpêçên çekan a li ser Îranê wê îro bicive. Biryar e, Balyozê Amerîka di civînê de reşnivîsa proje biryarekê ji bo dirêjkirina dorpêçê pêşkêşî Encûmenê bike.
Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekgirtî, îro 24.06.2020an de, li ser pirsa dirêjkirina dema dorpêçên li ser Îranê dicive. Li gor biryara Encûmeniyê di meha cotmeha îsal de, dema dorpêça çekan a li ser Îranê ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve bi dawî dibe.
Amerîka li dijî hilgirtina dorpêça çekan a li ser Îranê ye û biryar e di civînê de projeyek biryara dirêjkirina dema dorpêçê pêşkêşî encûmenê bike û daxwazê ji welatan bike ku wê projeyê biperijînin û piştevaniyê lê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin