Encûmena Wezîran bi serperîştiya Mesrûr Barzanî dicive

Encûmena Wezîran bi serperîştiya Mesrûr Barzanî dicive

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo gotûbêjkirina çend mijarên giring ên rojevê civîna xwe ya asayî pêk tîne.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Fermangeha Medya û Zanyariyê ve hatine belavkirin, ev civîn îro çarşemê 28ê Cotmeha 2026an bi beşdariya endamên kabîneyê tê encamdan.

Di civînê de tê payîn ku geşedanên dawî yên aborî, îdarî û peywendiyên di navbera Hewler û Bexdayê de werin nirxandin. Piştî bidawîhatina civînê, biryar û encamên civînê ji bo raya giştî werin ragihandin.