Biden serkeftina xwe beyan kir: “Hilbijartin qediya”

Biden serkeftina xwe beyan kir: “Hilbijartin qediya”

PeyamaKurd – Bi fermana serokê Amerîkayê Trump, Rêvebiriya Xizmetên Giştî ya serokatiya Amerîkayê  agahiyê da Joe Biden ku pêvajoya destguhertina serokatiya Amerîkayê destpêkiriye. Li ser agahdarkirina Biden, Biden beyan kir ku hilbijartina serokatiyê qediyaye.

Fermana serokê Amerîkayê Trump li dora 20 rojan derengî maye lê Rêvebira Xizmeta Giştî Emily Murphy bi awayekî fermî pêvajoya guhertina serokatiya Amerîkayê da destpêkirin û lewra Joe Biden beyana xwe da.

Joe Biden di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku pêvajoya guhertina serokatiya Amerîkayê destpêkiriye û bang li Amerîkayiyan kir dev ji îxtîlafên siyasî yên navbera xwe berdin. Biden weha got:

“Wext hatiye dev ji partîzaniyê berdin û yek li hemberê yekî din dijminahiyê neke û dev ji dijberiyan berdin. Divê em werin cem hev.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin