PeyamaKurd – Di navbera welatên Azerbaycan û Ermenistanê de, pevguhertina dîlên şerê Qerebaxê hate kirin.
Li gorî ragihandina rayedarên Azerbaycanê li beramberî 32 dîlên Ermen ji aliyê Ermenistanê ve jî 2 leşkerên Azerî hatine azad kirin.
Hate ragihandin pevguhertina dîlan, li herêma Gazah a sînorê herdu welatan hatiye kirin û dîlên herdu aliyan radestî rayedaran hatine kirin.
Hate diyarkirin ku pevguhertina dîlan di bin çavdêriya Heyva Sor a Navnetewî de hatiye encamdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin