PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 7ê Gulanê, pêşwazî li Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.
Hate ragihandin ku di hevdîtinê de, geşedanên dawî yên siyasî li Sûriye û herêmê hatin gotûbêjkirin û herwiha behsa rewş û jiyana welatiyên Kurd û astengî û pirsgirêkên li pêşiya aliyên siyasî û welatiyên Kurd ên li Sûriyeyê hate kirin.
Di civînê de, paşeroja Kurdan li Sûriyeyê û hevkêşeya siyasî û navdewletî ku bandorê li ser rewşa Sûriyeyê dike jî hate nirxandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin