PeyamaKurd- Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê, nûçeyên ku dibêjin li Xezayê agirbesteke demkî hatiye ragihandin red kirin û hat diyarkirin ku ew nûçe derew in.
Agahiyên ku dibêjin di navbera Îsraîl û Hamasê de li Şerîda Xezayê ya ku dorpêçkirî ye, agirbesteke demkî hatiye ragihandin, hatin redkirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokwezartiya Îsraîlê ve hat dayîn de nûçeyên ku dibêjin "Li Xezeyê di berdêla derxistina hemwelatîyên biyanî de agirbest hat kirin an jî ji bo derbaskirina alîkariya mirovî li wir peyman hat çêkirin" hatin derewandin.
Her wiha Hamasê diyar kir ku Misirê bi tu awayî têkildarî vekirina Deriyê Sînor ê Refahê têkilî bi wan re nekiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin