Daneyên dawîn yên koronayê li Kurdistan û seranserê cîhanê

Daneyên dawîn yên koronayê li Kurdistan û seranserê cîhanê

PeyamaKurd - Hejmara haletên tûşbûna vîrusa koronayê ji 5 milyon û 200 hezarî borî.

Li gor daneyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 5 milyon û 205 hezar û 572 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa koronayê herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara haletên tûşbûyî milyonek û 600 hezar û 481 kes e.

Li dû Amerîkayê, bi zêdetirî ji 330 hezar kesên enfketebûyî Brezîlya, li dû wê jî bi 326 hezar û 448 kesan Rûsya tê.

Ji ber vîrusa koronayê li Amerîka 95 hezar û 921 kes, li Brîtanyayê 36 hezar û 475 kes û li Îtalyayê jî 32 hezar û 616 kesan jîyana xwe ji dest daye.

Li Herêma Kurdistanê hejmara haletên tûşbûyî ya koronayê gihiştiye 454 kesan û heta niha 385 kes baş bûne û 5 kes jî ji ber vê nexweşiyê can dane.

Koronavîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir li seranserê cîhanê belav bûbû.

Li Çînê zêdetir ji 84 hezar kesan bi vîrusa korona ketine û 4 hezar 638 kes ji ber wê mirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin