Rûsya cara sêyeme Fînlandiya û Îsweçê tehdîd dike

Rûsya cara sêyeme Fînlandiya û Îsweçê tehdîd dike

PeyamaKurd – Li ser ku Fînlandiya û Îsweç ketin nav tevgerê da bibin endamên NATO yê, Rûsya cara sêyem wan tehdîd kir. Ragihandin ji berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova ji bo çapemeniya Îspanyayê hat kirin. Zaharova got ku eger Fînlandiya û Îsweç bibin endamên NATO yê, wê di navbera NATO û Rûsya de bibin meydana şer. Zaharova hişyariyê da her dû welatan û weha got:

“Eger Îsweç û Fînlandiya bikevin nav hevkariya NATO yê, wê di navbera Bloka Atlantîka ya Bakûr û Rûsya de bibin meydana şer. Wê di pey van de encamên din hebin. Gelo xelkê Îsweç û Fînlandiyayê vêya dixwazin?”

Serokwezîrên her dû dewletan berê ragihandibûn ku wê bibin endamên NATO yê û serokwezîrê Almanya duhî ragihandibû ku desteka Almanya di mijarê de misogere.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin