PeyamaKurd – Berdevkê Komîsyona Çandiniyê li Parlamentoya Îranê diyar kir, pêleke din a giranbûna bihayê xorakan li Îranê di rê de ye û dibe ku sifreyên xelkê hejartir û biçûktir bibin.
Li gor Berdevkê Komîsyona Çandiniyê li Parlamentoya Îranê Zebîhulla Ezemî îro ji medyaya Îranê re da zanîn, pêleke nû ya bihabûn û kêmbûna hêza kirînê a xelkê di rê de ye û ew hêvîdar in danûstandinên atomî bigihin encamekê.
Ezemî eşkere kir, berovajî ewa ku bangeşe bo tê kirin, çalakkirina rêkeftina atomî bandoreke erênî li ser başkirina rewşa aborî ya xelkê Îranê dike.
Herwiha Berdevkê Komîsyona Çandiniyê li Parlamentoya Îranê destnîşan kir, tevahiya xelkê Îranê di bin guvaşeke zêde ya aborî de ne.
Herî dawî got, ji bo nehiştina gendeliyê, biryar dane dabînkirina dolar bi bihayê hikûmî bo hawirdekirina kelûpelên pêwîst nehêlin, lê gendelî bidawî nebûye û niha jî berdewam e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin