Serokwekîlê Koma AKPê ya Parlamentoya Tirkiyê îstifa kir

Serokwekîlê Koma AKPê ya Parlamentoya Tirkiyê îstifa kir

PeyamaKurd - Serokê Koma Aa Partiyê ya Parlamentoya Tirkiyê Mahir Unal, piştî bertekên dijî gotinên wî yên derbarê damezrandina Komara Tirkiyê de, îstifa kir

Mahîr Unal çend roj berê, dema pêşwazîkirina salvegera damezrandina Komara Tirkiyê ya 29ê Cotmehê, di daxuyaniyeke xwe de gotibû, “Vê komarê lugata me, alfabe, ziman û hizra me ji holê rakiriye.”

Piştî van gotinan, di raya giştî ya Tirkiyê de û bi taybet di nav partiya damezrînera Komara Tirkiyê de, bertek û nerazîbûnên tund hatin nîşandan.

Unal îşev 31ê Cotmehê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku wî dest ji erka xwe ya Wekîlê Serokê AKPê kişandiye ango îstifa kiriye.

Mahir Unal got ku ew ji ber vekişîna erka xwe efûya xwe dixwaze û spasiya Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin