Ukrayna: Dîsa ji me re zerfên gefxwarinê hatin sandin

Ukrayna: Dîsa ji me re zerfên gefxwarinê hatin sandin

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Ukraynayê Oleg Nikolenko, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku zerfên gefxwarinê yên ku bi ser nûnertiyên wan ên derve de dihatin şandin, dewam dikin. 

Oleg Nikolenko da zanîn ku heta niha ji bo misyonên li 12 welatan ên Ukraynayê yên dîplomatîk, zerf hatibûn şandin û gefên li dijî balyozxaneyên giştî û konsulxaneyan,  gihîştiye 21an.

Nikolenko da zanîn ku polîsên Îspanyayê, 3 zerfên din ên ku di nav de çavên ajalan hebûn û ji bo konsulxaneyên giştî yên Malaga û Barselonayê hatibûn şandin, desteser kirine û di derbarê mijarê de lêkolîn dane destpêkirin.

Berdevkê Wezaretê duh jî daxuyaniyek dabû û gotibû ku piştî êrîşa terorîstî ya li Îspanyayê, ji balyozxaneyên giştî yên li Macaristan, Holland, Polonya, Xirwatistan, Îtalya, serkonsulxaneyên li Napolî û Krakowê û Konsulxaneya Brnoyê re pakêtên bi xwîn hatin şandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin