PeyamaKurd- Berdevkê Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê Andriy Kovalyov ragihand ku artêşa Ukraynayê, çeperên di bin kontrola xwe de yên li eniya başûr bi hêz kirine.
Andriy Kovalyov, di ser hesabê fermî yê medyaya civakî yê Wezareta Parastinê re daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku artêşa wan, operasyonên xwe yên êrîşê li ser melitopol û Berdyanskê berdewam dike.
Kovalyov da zanîn ku leşkerên Ukraynayê di rênimayiyên Novodanilivka-Robotino, Mala Tokmaçka-Verbove, Vilne Pole-Makarivka de qismî bi ser ketine û got, "Leşkerên me, çeperên ku di bin kontrola xwe de ne xurt dikin."
Andriy Kovalyov da zanîn ku xebatên sereke yên Rusyayê li ser parastinê, pêşîgirtina li pêşdeçûna artêşa Ukraynayê, bikaranîna rezervan û vegerandina çeperên wendakirî ne.
Kovalyov amaje bi wê yekê kir ku hêzên Ukraynayê berdewam in li ser rawestandina pêşdeçûna Rusan li rojhilatê û got ku bi taybetî li deverên daristanên Yampolivka û Serebryanske yên ser bi benderê, şer û pevçûnên dijwar berdewam in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin