Li Kurdistanê di 8 kesên din de Kovid-19 derket

Li Kurdistanê di 8 kesên din de Kovid-19 derket

PeyamaKurd- Wezareta tenduristiyê herêma Kurdistanê ragihand ku li payîtexta Kurdistanê li Hewlêrê 5 kes û li Silêmaniyê 3 kes bi Kovid-19 ê ketine. Wezaret ragihand ku di çarçoveya tedbîrên li hemberê Kovid-19 ê, kirina testan dewam dikin.

Di beyana wezaretê de hat gotin ku li Hewlêrê di encama testan de jineka 36 salî, 3 zarokên wê yên 11, 15 û 16 salî û di zilamekî dinê yê 33 salî de Kovid-19 ê tesbît kirine.

Li bajarê Silêmaniyê li navçeya Şarbajêr 3 kes bi vîrusê nexweş ketine, yek ji wan jinekî 26 saliye û yên din 2 zarokên 8 û 14 salî ne.

Wezaretê, sedema ketina bi nexweşînê nîşan da ku bi rêya têkiliyan bi nexweşînê ketine. Li herêma Kurdistanê heya niha 355 kes bi vîrusê ketine. 4 kes jiyana xwe ji dest dane. 322 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin