Stoltenberg: Bi Kosovayê re hevdîtin hat kirin

Stoltenberg: Bi Kosovayê re hevdîtin hat kirin

PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, bi Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell re li ser Kosovaya hevdîtin kir.

Jens Stoltenberg, li ser pêwendiya telefonî ya ligel Borrell, di ser medyaya civakî re agahî dan.

Stoltenberg bal kişand ser wê yekê ku Diyaloga Belgrad- Prishtina ya di pêşengiya YEyê de ku di navbera Kosova û Sirbîstanê de asayîbûnê tê pêşbînîkirin, demildest dest pê bike û diyar kir ku ev yekane rêya aştî û asayîbûnê ye.

Stoltenberg di dewama agahiyan de got, "Divê Prishtina rageşiyê kêm bike û gavên yekalî û bêîstiqrar nehavêje. Divê Hêza Aştiyê ya Kosovayê (KFOR) ya NATOyê dê li ser dabînkirina jîngeheke ewle berdewam be.”

Rageşiya li Kosovayê

Li bakurê Kosovayê, li şaredariyên Leposavic, Zveçan û Zubin Potok ku piraniya wan Sirb lê dijîn, di navbera Sirbên Kosovayê û hêzên ewlehiyê de pevçûn derketibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin