Frokeyên F-16 yên DYAyê gihîstin Ûkraynayê

Frokeyên F-16 yên DYAyê gihîstin Ûkraynayê

PeyamaKurd - Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelenskiy ragihand ku frokeyên şer ên F-16 ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dabû Ûkraynayê, gihîştine Ûkraynaye.

Zelenski di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de got: "F-16 li Ûkraynayê ne." û rol min;

"Me ev yek bi dest xist. Ez bi hevalên xwe yên ku di derbarê teknîka va frokeyan de pispor in re civiyam. Me dest bi bikaranîna van frokeyan kirin û ji ber vê yekê ez serbilind im. Ji ber vê encamê ez spasiya tîma me dikim. Em spasiya hemû hevkarên xwe yên ku bi rastî alîkariya F-16an kirin dikin. Her wiha spasiya aliyên ku di dema pêwîst de daxwaza me ya frokeyên F-16 qebûl kirin. Ez ji welatên wek Danîmarka, Hollanda û DYAyê ku piştgirî dan Ûkraynayê re spas dikim."

Serokê Ûkraynayê, di vîdeoya ku di medya civakî de parve kir de tevlêbûna xwe ya di bernameya ku li ber F-16an hat lidarxistin, û kêliyên ku F-16 rabûn firînê wan cih girt.

Ne aliyê Ûkraynayê û ne jî DYAyê aşkere nekirin ku çend firoke ji Ûkraynayê re hatine şandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin