PeyamaKurd – Zîndaniyê bi navê Mehmet Emin Ersoy, di sala 1994an de ji terefê dadgeha DGMê de, bi sedema ku ‘Yekîtiya dewletê xerab kiriye’ bi cezayê heya bi heyayê hatibû cezakirin, piştî 30 sal di zîndanê de ma serbest hat berdan.
Ersoy, herî dawiyê di zîndana bajarê Tekirdağê de bû. Dema ji zîndanê derket, li ber deriyê zîndanê, ji aliyê malbat û hevalên xwe de hat pêşwazîkirin. Ersoy li ber zîndanê gotiye:
“Derve weke qutiyekî sergirtiye. Ji bo mirov azadiyê karibe hîs bike, divê temamê hevalên me li derve bin. Azadî weha tê hîskirin. Wê bi min re çend hevalên din jî bihatina berdan. Ji wan hevalan Ahmet Kaan Aslan bê sedemekî hebe, berdana wî meh dane paş. Divê raya giştî li hevalên me yên di zîndanê de bifikirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin