Pentagon: Wê dahatên petrola Rojavayê ji HSDê re bin

Pentagon: Wê dahatên petrola Rojavayê ji HSDê re bin

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Berevaniyê yê Amerîkayê (Pentagon), Jonathan Hoffman aşkere kir ku dahatên ji petrola Rojavayê tên dê ji bo HSDyê be.

Dihat îdikairin ku kompaniyên Amerîkayê wê dahat û pareyên ji bîrên petrolê tên ji xwe re bibin. Berdevkê Pentagonê ji bo vê îdiayê got ne rast e û diyar kir ku dê dahatên petrolê ji HSDê re bin.

Rayedarekî giştî yê Amerîkayê jî diyar kiribû ku dahatên petrolê dê li rêveberên “Bakurê Sûriyeyê” bên terxankirin.

Hêjayî gotinê ye ku bi taybetî li derdora Dêrazorê bîrên petrolê hene. Ew der sala 2017an ji destê DAIŞê hat derxistin û halê hazir di bin kontrola şervanên Kurd de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin